Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Hindistanê Trênek ji Rêka Xwe Derdikeve û Kuştîyan li Dû Xwe Dihêle


Wêne ji arşîvê ye.
Wêne ji arşîvê ye.
Trêneke rêwiyan li Hindistanê îro Yekşemê ji rêka xwe derket û bi kêmî 13 kuştî û bêtirî 100 kesî birîndar li dû xwe hişt.

Karbidestê polîs Ankush Shinde got ku bûyer li nêzîk rawestgeha Roha pêk hat, ku nêzîkî 110 kîlometran li başûrê bajarê Mumbai dikeve.

Berdevkê hêlên trênan Anil Kumar Saxena got ku çar kursîyên fargonekê ji cihê xwe rabûn û bi ser xwe de ketin. Hinek rêwî di bin kursîyan de asê mabûn.

Sedema derketina trênê ji rêka xwe demûdest nehatine zanîn. Lê desthilatdaran fermana vekirina vekolînekê derbarê bûyerê dane.
XS
SM
MD
LG