Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Dengdaneke Kêşebar de Parlamana Lîbyayê Serokwezîrekî Nû Destnîşan Dike


Karbidestên Lîbyayê roja Duşemê Ehmed Maitiq wekî serokwezîrê nû yê welêt piştrast kirin, piştî dengdanekê li parlamanê ku rikaber dibêjin ne qanûnî bû.

Ehmed Maitiq serokwezîrê pêncemîn yê Lîbya ye di du sal û nîvan de ji dema ku dîktaror Muammer Qadafî hatiye roxandin.

Fermaneke hikûmetê, ku ji alîyê serokê parlamanê yê demkî ve hate îmzekirin, bijartina kardarê ku li Londonê xwedina xwe qedandiye piştast kir, piştî dengdaneke kêşebar li civata parlamanê rojekê berî wê.

Di civîneke parlamanê de roja Yekşemê ku bi girjîyê hate nîşankirin, Maitiq dengên pêwîst bidest nexist. Wiha jî civîn bidawî bû. Tê gotin ku paşê wî dengên pêwîst bidest xistin, di nav de jî dengên piştgirên Îslamî, tevî çûna zû ya gelek qanûndaneran.

Tê ragihandin ku Zeidanê ku bo demeke kin sala bûrî hatibû revandin, ji welêt reviyaye. Kesê li pey wî hat, Ebdullah el Thanî berî sê hefteyan dest ji kar kêşa, piştî gefeyên ewlekariyê li dijî wî û malbata wî. Cih û warê serokê parlamanê, yê ku îmzeya wî li ser fermana ku Ehmed Maitiq dipejirîne, ne diyar e.
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:51 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG