Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa û Almanya Hişyariyê Didin Rûsyayê


Hollande û Merkel di dema konferansa rojnamevanî de.
Hollande û Merkel di dema konferansa rojnamevanî de.
Fransa û Almanya hişyariyê didin Rûsya derbarê encaman, eger hilbijartinên serokatîyê yên Ukraynayê li 25ê Gulanê di dema xwe de pêk nehatine, wekî ku plankirî ye.

Şîretvana Alman Angela Merkel û Serokê Fransî Francois Hollande di daxuyaneke rojnamevanî ya hevbeş de îro Şemiyê gotin ku ew amade ne sizayên bêtir li ser Moskoyê deyînin eger hilbijartin pêk nehatin.

Ji bakur rojavaya Almanya, herdu rêberan herwiha tekez kir ku referanduma serweriyê ya roja Yekşemê ku biryar e ji alîyê serhildayên ser bi Rûsya ve li du herêmên rojhilata Ukraynayê pêk were, ne rewa ye.

Serhildayan ragihandiye ku ew plan dikin referandumekê lidar bixin, tevî banga Serokê Rûsya Vladimir Putin wexteke zûtir vê hefteyê jibo paşvexistina dengdanê.

Îro Şemîyê jî, serhildayan li bajarê Donetsk yê rojhilata Ukraynayê heft karkerên rêxistina Xaça Sor berda ku ji derengî roja Îniyê hatibûn girtin. Karbidestekî Xaça Sor ji ajansa Reuters ya nûçeyan re got ku karker rastî lêdaneke tund hatibûn.

Cudaxwazên rojhilata Ukraynayê diyar kiribûn ku wan bawer dikir tîma Xaça Sor sîxor li herêma wan dikir.
XS
SM
MD
LG