Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevanê Kurd: Çawa ku Girtina me Sîyasî Bû Azadkirina me jî Heman Rengî ye


Dadgeha Cezayê Giran ya 3’yan a Stenbolê biryara berdana 7 rojnamevanên Kurd da ku ew bi navê doza ‘Komîteya Çapemenîyê ya KCK’ê’ hatibûn girtin.

Bi biryara berdana rojnamevan ya roja Duşemê hate ragihandin, ji rojnamevanên Kurd yên ji doza KCK’ê girtî kesek nema.

7 rojnamevanên ku biryara berdana wan hatîye standin; Ertuş Bozkurt, Ramazan Pekgoz, Nurettin Firat, Turabi Kişin, Yuksel Genç, Davut Uçar û Mikail Barut in ku ew 29 mehan li girtîgehê man.

Tenê rojnamevanê bi navê Mikail Barut jiber berdewama dozeke din nehate berdan.
Rojnamevan Ertuş Bozkurt, ku ligel 3 hevalên xwe ji Girtîgeha Kandira ya bajarê Tekîrdag hate berdan, ji Dengê Amerîka re peyivî.

Wî da zanîn, girtina wan çawa ku sîyasî bû berdana wan jî sîyasî ye.

“Her çiqas em di çarçoveya muzakereyên pêvajoya aştîyê de hatin berdan jî, zextên qada navnetewî yên ku Tirkîye bi sînorkirin û astengkirina azadîya rojnamevanî tawanbar dikirin jî yek ji sedema azadkirina me ye.”

Ertuş Bozkurt dîyar kir, di doznameya dadgehê ew bi xebatên rojnamevanî û hin dezgehên ragihandinê hatine sûcdar kirin.

Bozkurt wekî mînak bi bîr xist û got, “Heta beşdarbûna min a weşana Dengê Amerîka jî dikare wekî sûcekî bikeve nav doznamê.”
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:43 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG