Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Nîjerya Termên 118 Kes Hatine Dîtin


Karbidestên Nîjeryayî dibêjin, wan termên 118 kes hatine dîtine, li cîhê cot peqînan ku li ya bajarê Jos qewimîbûn.

Peqînên roja Sêşemê li bazareke navendî qewimîbûn û agir bi jimareke avahîyên bilind ketibibû û zîyanên mezin çêbibû.

Karbidest di xemê de ne ku hin pirtir termên qûrbanîyan bêne dîtin.

Serokê Nîjerya Goodluck Jonathan ew peqînan wek “hovane û dijî mirovahî” nav kir.

Hêjayî gotinê ye, heta niha ti rêxistinekê berpirsîya wan teqînan negirt ser xwe.

Lê, karbidestên Nîjeryayî ji rêxistina Boko Haram bi guman in ku hefteya borî 250 keçên Nîjeryayî revandibûn.
XS
SM
MD
LG