Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Girjî di Navbera Çîn û Japonê de Zêde Dibe


Japon û Çînê hêzên xwe yên asmanî bi rabûnûrûniştinên metirsîdar li ser herêmên kêşebar yên Deryaya Rojhilata Çînê.

Berdevkekî Wezareta Berevaniya Japonê got, balefireke şer ya Çînî li nêzîk balefireke çavdêrî ya Japonê difiriya li herêmekê ku deverên danasîna berevaniya asmanî lihev rast tên. Wezaretê herwiha got, balefireke din ya şer ya Çînî li nêzîk balefireke zanyariya elektronîk ya Japonê li heman deverê difiriya.

Wezareta Berevaniya Çînê jî got, balefirên Japonî hinek kiryarên metirsîdar do Şemiyê pêk anîn, li dema rahênanên deryayî yên Çînê ligel Rûsya.

Keştî û balefirên hikûmeta Çînê gelek caran derbasî nêzîk ava giravên Senkaku bûne. Ev girav ji alîyê Çînê jî têne îdîakirin û navê Diaoyus li wan dike.
XS
SM
MD
LG