Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn Rexneyê li Amerîka û Japon Dike


Wang Guangzhong li dema hilcivîna ewlekariya Asyayê li Sîngaporayê.
Wang Guangzhong li dema hilcivîna ewlekariya Asyayê li Sîngaporayê.
Mesine generalekî Çînê bi tundî êrîşî li Amerîka û Japon kir, jiber rexnekirina wan ji çalakiyên Pekînê re li deverên kêşebar yên Deryaya Başûrê Çînê. Wî got ew axaftin provokatîv in.

General Wang Guanzhong, cîgirê serokerkanê Çînê, îro Yekşemê gote forumeke ewlekariyê li Sîngaporayê ku Serokwezîrê Japonê Shinzo Abe û Wezîrê Berevaniya Amerîkayî Chuck Hagel ew bi gotinên xwe tûre kirine.

Di gotarekê de roja Şemiyê, Hagel Çînê bi karên ne aramkirinê li Deryaya Başûrê Çînê tawanbar kir.

Shinzo Abe jî di heman konferansê de got ku Japon soza piştgiriya welatên Başûr rojhilata Asyayê bike, di hewildanên wan de jibo piştrastkirina ewlekariya derya û herêmên wan yên asmanî.

General Wang ew herdu gotin wekî provakasyon li dijî Çînê binav kir.
XS
SM
MD
LG