Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bergumanê Êrîşa Mûzexaneya Cihû li Belcîkayê Tê Girtin


Dozgirê federal yê Belcîkayî Frederic Van Leeuw behsa girtina yê berguman dike.
Dozgirê federal yê Belcîkayî Frederic Van Leeuw behsa girtina yê berguman dike.
Karbidest li Fransa û Belcîkayê dibêjin bergumanê teqelêdana hefteya bûrî li Mûzexaneya Cihû li Brûkselê, hatiye girtin.

Desthilatdar dibêjin, bergumanê çekdar yê 29 salî roja Îniyê li rawestgeheke otubusan li bajarê Marseilles yê başûrê Fransayê hate girtin. Kalashinkovek û demançeyek pê re hatibûn girtin, wekî ew çekên ku di êrîşê de hatibûn bikaranîn.

Ew mirov bixwe ji bajarê Roubaix yê bakurê Fransa ye û tê bawerkirin di sala 2013ê de çûbe Sûrîyê da ku tevlî şervanên Îslamî bibe.

Polîs vîdyoyeke eşkere ya êrîşê belav kiribû, tê de çekdarek ku kumekî rûyê wî vedişart, derbasî mûzexaneyeke Cihû dibe û Kalashnikovek ji çenteyekî derdixîne û dest bi teqelêdanê dike.
Di wê êrîşê de bi kêmî sê kes hatin kuştin.
XS
SM
MD
LG