Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Ukrayna yê Nû Kî ye?


Petro Poroshenko.
Petro Poroshenko.
Roja Şemiyê 7ê Hezîranê , biryar e Petro Porosheno wekî serokê Ukraynayê sûnd bixwe.
Petro Poroshenko kardarekî milyardêr e û siyasetvanekî kevnar e.

Anders Aslund, ji Enstituya Peterson ya Abûrîyên Navneteweyî, ev deh sal in ku Poroshenko nas dike.

Porosheno xwediyê mezintirîn kompanyaya şêranîyê li Ukrayna ye. Navê wê jî Roshen e. Û herwiha wiha Kanal 5, navdartirîn kanala televizyonî li Ukrayna ye û hevpara Dengê Amerîka ye. Wî hinek berjewendiyên din yên abûrî hene, wekî keştiyên bazirganî. Samanên wî bi 1.3 milyar dolar tê pêşbînkirin. Bi wê jî ew heftemîn dewlemendtirîn kes li Ukrayna ye.

Poroshenko herwiha xwedî ezmûneke hikûmî ye. Wî berê wekî wezîrê derve û wezîrê bazirganiyê kar kiriye. Ew herwisa piştgirekî bihêz yê Şoreşa Oranj bû ku Viktor Yushchenko û Yulia Tymoshenko di sala 2004an de anî desthilatê. Wî herwiha roleke girîng lîst di xwepêşandinên qada navend de li Kiyêva paytext yên ku bûn sedema derkirina Serok Viktor Yanukovych li Sibata bûrî.
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:20 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG