Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran: Dibe ku Gotûbêjên Navokî bo 6 Mehên Din Werin Dirêjkirin


Navendeke navokî ya Îranê.
Navendeke navokî ya Îranê.
Karbidestekî pilebilind yê Îranê dibêje, dibe ku gotûbêjên navokî bi Rojava re bo şeş mehên din werin dirêjkirin eger rêkeftinek heta 20ê Tîrmehê pêk nehat.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Eraqçî ji ajansa fermî ya nûçeyan re axivî, piştî roja yekem ji danûstandinên rasterast ligel Amerîkayê li Jinêvê.

Civîna du roj bi wê mebestê ye jibo amadekirina herdu alîyan bo danûstandinên navneteweyî yên hefteya were li Vienna.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Marie Harf do Duşemê got ku gotûbêj di qonaxeke hestiyar de ne. Ew dibêje ku gelek dem nemaye û gelek pêşketin nehatiye kirin.

Îranê Novembera bûrî qayîl bû ku programa xwe ya tîrkirina yûranyumê rawestîne, hember hilanîna sizayên Rojava ji ser Tehranê û peydakirina gotûbêjên ber bi rêkeftineke giştî ve.

Amerîka û hevalbendên xwe guman dikin ku Îran hewil dide bombeyeke navokî ava bike. Lê Îran rijdiyê dike ku programa wê jibo mebestên aştiyane ye.
XS
SM
MD
LG