Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Destê Alîkariyê Dirêjî Îraqê Dike


Serokê Îranê Hesen Rûhanî îro Şemiyê got ku welatê wî amade ye alîkariya Îraqê bike eger jê hate xwestin. Birêz Rûhanî got, ti bijare tune ye ji bilî rûbirûkirina terorê.

Di konferanseke rojnamevanî de Serokê Îranî da zanîn ku mîlîtanên Sunnî yên ku vê hefteyê bajar li bakurê Îraqê kontrol kirin, girêdayî siyasetvanên Îraqî ku di hilbijartinên parlamanî yên meha Nîsanê de biserneketin.

Birêz Rûhanî got, “emê binirxînin eger daxwaza alîkariya jibo Îraqê hebe. Heta îro, daxwazeke taybet nehatiye kirin. Lê em amade ne li gorî qanûna navneteweyî alîkariyê bidin. Pirsa derbasbûna hêzên me bo Îraqê jibo pêkanîna operasyonan nehatiye holê. Ne xuya ye ku rewşeke wiha derkeve.”

Ji dema şerê Amerîka yê sala 2003ê ve ku tê de rejîma Sedam Hisên hate roxandin, Îranê peywendiyên abûrî û siyasî yên nêzîk ligel kesên kartêker yên Şîa li Îraqê ava kiriye, di nav wan kesan de Serokwezîr Nûr el Malikî, yê ku hinek dem li Komara Îslamî jiya ye.

Îranê vê hefteyê geştên asmanî bo Bexdayê jiber sedemên ewlekarî rawestandin û got ew ewlekariya sînorê xwe ligel Îraqê asêtir dike.
XS
SM
MD
LG