Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Mafên Mirovan yê Kobanê Şahîn ser Zarokên Dest DAIŞ Dipeyîve


Ew çend hefte ne dora 150 şagirtên Kurd yên qonaxa navîn yên Kobanê di destê Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam (DAIŞ) de ne.

Ew xwendekar li nêzîkî bajarokê Munbic, ku 90 kîlometre li bakurê rojhilata Helebê ye, hatibûn revandin, dema ji Helebê vedigerîn Kobanê.

Tevî ku hewlên malbatên wan zarokana û rêvebirîya Kantona Kobanê hîn jî ew zarok girtî ne û nayê zanîn rewşa wan çawa ye.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (ÇSMM) do Çarşemê xema xwe dîyar kir ku DAIŞ dikane wan zarokana di êrîşên xwekujî de bikar bîne.

Me li ser vê bûyerê ligel Wezîrê Mafên Mirovan yê Kantona Kobanê Herşo Faruq Şahîn re hevpeyvîneke taybet kir.

Birêz Şahîn dibêje, tevî ewqas hewlên wan, DAIŞ wan zarokên Kurd azad nake.
“DAIŞ zarokên ku temenê wan dora 14-15 salî ne wek hesîr qebûl dike. Li ku derê cîhanê hatiye dîtin ku zarokên wiha biçûk wek dîl têne qebûl kirin.”

Şahîn nerazîbûna xwe li ser DAIŞ dîyar dike û wiha dibêje: “DAIŞ xwest ku hember wan zarokana endamên wan bêne berdan. Tevî ku em ji wê yekê re jî hazir bûn, wan hewlên me bersîv hiştin.”

Şahîn rexne ji civata navnetewî û rêxistinên mafên mirovan re tîne ku hember vê kêşeyê xemsar in û jibo azadkirina wan zarokana ti hewil nadin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:05:49 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG