Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koreya Bakur Du Muşekan Test Dike


Karbidestên Koreya Başûr dibêjin, Koreya Bakur du muşekên xwe li ser berava Deryaya Japonê taqî kiriye. Bi vê gavê jî, ew careke din li hember qedexekirina Neteweyên Yekbûyî li ser testa mûşekên wê derdikeve.

Wezareta berevaniya Koreya Başûr got, mûşekên celebê SCUD îro Yekşemê ji berava rojhilat ya Koreya Başûr ve derketin û dora 500 kîlometran firiyan, paşê li nav ava di navbera Koreya Bakur û Japon de ketin.

Ev taqîkirin kirin tê, berî serdana Serokê Çînê Xi Jinping roja Pêncşemê bo Seoul paytexta Koreya Başûr da ku ligel seroka wî welatî Park Geun hye kom bibe.

Koreya Bakur her gav mûşekan test dike wekî bersiv li ser rexneyan an jî li ser rahênanên leşkerî yên Koreya Başûr û Amerîka.

XS
SM
MD
LG