Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Hêzên Cîhanê jibo Danûstandinên Navokî Dicivin


Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cevad Zarîf
Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cevad Zarîf

Nûnerên Îranê û 6 hêzên cîhanê îro li Vîyana kom dibin ku gera dawî ya danûstandinên navokî temam bikin.

Îran dibêje, ew amade ye ku gavên berbiçav bavêje ku nîşan bide progama wê ya navokî jibo mebestên aştîyane ye, lê stûya xwe li ber kesekî natewîne.

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cevad Zarîf di mesajeke vîdyo de bang li danûstandêran kir ku bi mesulane tevbigerin, girjî û alozî zêde nekin.

Xencî Îran û Amerîka, Brîtanya, Çîn, Fransa, Almanya û Rûsya di danûstandinan de cîh digirin

XS
SM
MD
LG