Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya Vekolîna Bûyera Didoyan ya Sîxurîyê Dike


Karbisdestên Almanî vekolîna bûyera didoyan ya sîxurîyê dikin, ku tê ragihandin bi Amerîka peywendîdar e.

Hefeya borî jî karmendekî îstîxbaratî yê Alman jiber sîxurîyê hatibû girtin û ew yek peywendîyên du alî aloztir kiriye.

Dozgerên federalî îro Çarşemê dibêjin, polîsan bi şika kiryarên sazîyeke îstîxbaratî, êrîş birin ser çend malan li Berlînê.

Lê, dozgeran hurgilî li ser wan êrîşan neda ku kî û kîjan sazî di nav wî karî de heye.

Rojnameya Sueddeutsche Zeitung (züd doyçe zaytung), beyî ku nav eşkere bike, ragihand ku kesê navborî karmendekî leşkerî ye û guman heye ku sîxurîyê jibo Amerîka dike.

Kesekî Alman yê karmendê îstîxbaratî ku 31 salî ye, hefeya çûyî hatibû girtin, bi gumana ku ji sala 2012ê vir ve jibo dezgehên bîyanî yên sîxurî kar dikir.

Medya Alman herwiha ragihand ku heman kes jibo Amerîka casusî kiriye û pêşnîyar ji Rûsya re kiriye ku ji wan re jî bixebite.

XS
SM
MD
LG