Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Afxam: Cudabirîyên Girîng ser Danûstandinên Navikî Hîn Mane


Berdevka Wezareta Derve Merzîyeh Afxam
Berdevka Wezareta Derve Merzîyeh Afxam

Karbidestekî Îranî dibêje, di danûstandinên navokî yên Vîyana de hîn pêşketin peyda bûne, lê çend cudabirîyên girîng hîn jî mane.

Berdevka Wezareta Derve Merzîyeh Afxam îro Çarşemê dibêje, danûstandêr li ser bernivîsekê dixebitin ku rêkeftinekê ser bernameya navokî ya Îranê bikin û hember wê jî dawî li toleyên ser wî welatî bînin.

Dîplomatên ku rewşa pişr derîyên girtî baş zanin, dibêjin arîşeya herî mezin dewlemendkirina uranyum e ku ew jî dikare hem şewita reaktoraê, hem jî çekên navokî biafrîne.

Îran red dike ku ew dixwaze çekên navokî çêke. Tehrar dibêje programa wê ya navokî jibo mebestên aştîyanê ye.

XS
SM
MD
LG