Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brahîm Murad: DAÎŞ Yek Ji Planên Beşar Esed e


Rêxistina Dewleta Îslamî li Îraq û Şamê (DAÎŞ) bajarê Kobanê yê Kurdistana Sûrîyê ji êrîşên xwe re kiriye nîşan. Ev demeke ew dixwaze Kobanê têxe bin kontrola xwe.

Di encama vî şerî de pevçûnên mezin di navbera çekdarên DAÎŞ û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de qewimiye û bi hezaran rûniştvanên gundên derdora Kobanê malên xwe berdane û ta nuha bûyer ji aliyê medyayê ve paşguh bûye.

Çima DAÎŞ giraniya xwe daye ser Kobanê? Çima şerê DAÎŞê li Îraqê cuda ye ji şerê wê li Sûriyê? ÇimaYekîneyên Parastina Gel (YPG) bi tenê li Kobanê berxwedanê li dijî DAÎŞê dike?

Çalakvanê siyasî Brahîm Murad dibêje ku rejîma Sûrîyê DAÎŞ çêkiriye jibo pê li dijminê xwe xîne.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, birêz Murad diyar dike ku divê YPG rê li ber xelkê veke jibo berxwedanê û herwiha lihevhatineke dilsoz bi partiyên Kurdan re bike û xwe bi tenê neke serbendê berxwedanê li Kobanê.

Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, ji kerema xwe lînka jêrîn klîk bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:06:11 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG