Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya: Ukrayna Bajarokekî Rûsya Dide Ber Teqînê


Wezareta derve ya Rûsya îro Yekşemê îdîa kir ku êrîşeke bombeya Ukraynî li bajarokekî ser sînorê Rûsya da û di encamê de kesek hate kuştin û du kesên din birîndar ketin.

Daxuyaniya wezareta bûyer wekî provokasyon bi nav kir û hişyarî bi egera encamên giran da. Wê herwiha got, berpirsiya vê yekê dikeve ser milê Ukraynayê.

Rûsya dibêje, bombeyê roja Yekşemê li hewşa avahiyeke rûniştvanan li bajarokê Donetsk ket. Bajarok li ser sînorê rojhilata Ukraynayê dikeve, cihê ku cudaxwazên ser bi Rûsya ve şerek li dijî hikûmeta Kiyêvê ji berî sê mehan de destpê kirine.

Ev îdîayên Rûsya di demekê de tên ku Serok Vladimir Putin li lîska dawî ya Cama Cîhanî ya Futbolê amade dibe jibo rêwresma radestkirinê ligel Seroka Brazîl Dilma Rousseff û Serokê FIFA Sepp Blatter. Rûsya mêvandariya Mondyala 2018 dike.

XS
SM
MD
LG