Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Kurdistana Îraqê Mesûd Barzanî Hate Tirkîyê


Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Mesûd Barzanî, jibo serdaneke taybet ku hevdîtinan bi Serokomê Tirkîyê Abdullah Gul û Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan re bike li Tirkîyê ye.

Hate ragihandin, di hevdîtinên şandeya Serokê Herêma Kurdistanê de, wê Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên, Wezîrê Navxweyî Kerîm Şingalî, Wezîrê Pêşmerge Mistefa Seyid Qadir û Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer jî amadehî bike.

Seroke Herêma Kurdistanê li serdana xwe ya Tirkîyê pêşî bi Serokomar Abdullah Gul re piştre jî bi Serokwezîr Erdogan re hevdîtinekê dike.

Şandeya Serok Barzanî bi Wezîrê Derve yê Tirkîyê Ahmed Davutoglu re jî dicive ku çav li rê ye li dema fitarê jî mêvanê Tirkîyê be.

Berîya hatina şandeya Serok Barzanî ku îro Duşemê piştî nîvro gihîşt Tirkîyê, şandeyeke hikûmeta Herêma Kurdistanê jî hevdîtin bi karbidestên hikûmeta Tirkîyê re pêk anîn.

Li gor nirxandinên bîragiştî, serdana roja Yekşemê ya şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne tenê li ser danûstandinên aborî û dahata petrolê pêk hatiye.

Di şîrove û nirxandinên bîragiştî de tê dîyara kirin, serdana awarte ya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî piştî lihevkirina li ser hin xalan bi Tirkîyê re pêk tê ku yek ji wan amadekariyên referanduma Serxwebûna Kurdistana Îraqê ye.

Hurgilîyên danûstandinên şandeya Kurdistana Îraqê yên bi Tirkîyê re jî wiha têne rave kirin:

Hewildanên azadkirina 49 hemwelatiyên Tirkîyê yên ji aliyê çekdarên DAIŞ’ê ve li Mûsilê hatibûn revandin, guhertina sînorên Kurdistana Îraqê, dahata petrola bi rêya Tirkîyê tê firotin, li Kerkûkê kontrola bîrên petrolê ji aliyê pêşmerge ve, krîza di navbera Serokwezîrê Îraqê Nûrî Malikî û Herêma Kurdistanê de û şêwrên li ser DAIŞ û pêkhatên mezhebî yên Îraqê piştî alozbûna rewşa herêmê.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:48 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG