Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çima Kêmanîya Şebekan Pitir Armanca DAÎŞ e?


Salim Şebekî: DAÎŞ kêmanîya wan dike armanc weka toleya kuştina Sûnîyan li deverên dî li Îraqê.

Piştî kontirol kirina parêzgeha Musil, milîtanên Dewleta Îslamî kêmanîya Şebekan pitir ji her pêkhatekê dî yê Îraqê kirine armanca hêrîşan. Çendîn xortên Şebek hatine revandin û kuştin. 15 gundên wan ketine destê DAÎŞ.

Salim Muhamed Şebekî, endamê parlemanê Îraqê got, DAÎŞ kêmanîya wan dike armanc weka toleya kuştina Sûnîyan li deverên dî li Îraqê. Wî gote Dengê Amerîka, ew milîtanên Şebekan dikin armanca hêrîşan xelkê Musil ne û zanyarîyên baş liser Şebekan hene. Birêz Salim Şebek got jî bi saya Pêşmergeyan ew di gundên xwe yên dî de parastî mane.

Jibo guhdarîkirina hevpeyvîna Dexîlê Şemo di gel Salim Şebekî, failê deng dagire;

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:49 0:00
Direct link


XS
SM
MD
LG