Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serhilda Agahiyên Sindoqa Reş Radestî Pisporên Malezyayî Dikin


Serhildayên ser bi Rûsya ve li rojhilata Ukraynayê tomarkerên agahiyên balefira Malezyayî ya roxandî dan destên pisporên Malezyayî.

Prosesa veguhestinê derengî Duşemê li bajarê Donetsk yê rojhilata Ukraynayê li dema civînekê pêk hat. Ev yek çê bû, çend demjimêran piştî ku Serokwezîrê Malezyayê Najib Rezaq bi riya telefonê ligel rêberê serhildayên Ukraynî Alexander Borodai axivî.

Kolonelê Malezyayî Mihemed Sakrî got, sindoq hinek rastî ziyanê hatine, lê ew di rewşeke baş de ne.

Wexteke zûtir roja Duşemê, Civata Ewlekariya NY bi giştî bernivîsek derbas kir tê de xistina balefira sivîl şermezar kir. Bernivîsê herwiha bang li cudaxwazên ser bi Rûsya ve kirin yên ku cihê ketina balefirê kontrol dikin ku rê bidin vekoleran derbasî herêmê bibin.

Karbidest li Ukrayna, Amerîka û Yekîtiya Ewropayê dibêjin, balefir rastî êrîşa mûşekeke erd bo asman hatiye li dema ku Pêncşemê 17ê Tîrmehê bi 298 kesan di ser asmanê rojhilata Ukraynayê difiriya.

XS
SM
MD
LG