Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serfermandarîya Tirkîyê Îdia Dike PYD ser Sînora Sûrîyê 2 Leşker Kuştine


Di pevçûnê de 2 leşker jîyana xwe ji dest da, leşkerek jî birîndar bû. Leşkerên birîndar rakirin nexweşxana Wêranşarê.

Walîyê Rihayê Îzzetin Kuçuk piştî bûyerê daxuyanîyek da û wiyha got:

"Li ser sînorê Sûrîyê grûbêk çekdar hewil dane ku ji Resûlaynê derbazî Ceylanpinarê bibin. Waxtê ku haya leşkeran ji vê yekê çêdibe, pevçûn derdikeve.Piştî pevçûnê grubên çekdar vedigerin Sûrîyê."

Kuçuk herwiha dîyar kir ew lêkolînê dikin da ku bizanin ka çima grubên çekdar hewl didin sînor derbaz bikin.

Ji alîyê din ve, Serfermandarîya Tirkîyê jî li ser bûyerê daxuyanîyek nivîskî belav kir û îddia kir gruba çekdar endamên PKK/PYDê ne.

Daxuyanîyê de wiha tê gotin: "Li ser sînora bircên çavderîyê leşkerên nobedar, dibînin ku 10-15 kes bi qaçaxî derbaz dibin. Tevbî ku leşker hişyarî didin wan da ku bisekinin, gruba çekdar êrîşî nobedaran dike. Di encamê de 2 leşker şehîd bûn.

Serfermandarîya Tirkîyê dîyar kir ku piştî êrîşê, gruba mudaxaleya lezgîn hat hinartin. “Leşkerên me bi çekan bersîva gruba çekdar da. Di pevçûnê de herî kêm 6 endamên PYD/PKK hatin kuştin.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:01:29 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG