Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn Pesna Peywendîyên ligel Kuba Dide


Serokê Partîya Komunîst ya Çînê Xi Jinping û Serokê Kuba Raul Castro
Serokê Partîya Komunîst ya Çînê Xi Jinping û Serokê Kuba Raul Castro

Serokê Partîya Komunîst ya Çînê Xi Jinping pesna girêdana sosyalîst ya navbera welatê xwe û Kuba da, di vê demê de wî li Havana dest bi gera xwe ya wî welatî kir.

Serok Xi do Sêşemê, li qesra seroktîyê bi merasîmeke leşkerî hate pêşwazî kirin û dû re jî ligel Serokê Kuba Raul Castro hevdîtinek kir.

Birêz Castro di hevdîtinê de got, peywendîya welatê wî bi Çînê di asta herî baş ya dîrokê de ye. Rêzdar Xi jî têkîlîyên piralî yên navbera her du welatan pesand.

Serokê Çînê Xi dû re ligel rêberê şoreşa Kuba û serokê berê Fidel Castro hevdîtineke kin pêk anî.

Armanca Çînê, bi vê serdanê, baştirkirina peywendîyên sîyasî yên navbera her du alîyan û herwiha firehkirina berhemkarîya Çînê li Kuba ye.

Pekîn, piştî Venezuela duyemîn hevkara bazirganî ya Havana ye. Çîn herwiha ew welat e ku herî zêde deyn dide Kuba.

XS
SM
MD
LG