Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlemana Îraqê Bijartina Serokomarê Nû Paşxist


Qanûndanêrên Îraqî îro Çarşemê bijartina serokomarekî nû paş xist.

Daxwaz ji fraksîyona Kurdan hat ku rûniştina îro were paşxistin jiber ku Kurd nekarîbûn li ser navekî hevbîr bin.

Parlamenter biryar dan ku sibe Pêncşemê careke din kom bin û berî eyda dirêj ya Ramazan rêberekî nû bijêrin.

Kesê bijartî wê şûna Serokomar Celal Talabanî yê 80 salî bigire ku berî çend rojan vegerîyabû welatê xwe.

Talabanî ji 18 mehan vir ve li Almanya bû û jiber nexweşîya xwe dihat tedawî kirin.

Posta serokomarî li Îraqê pirtir wek sembolîk tê dîtin jiber ku desthilata wê gelek sînorkirî ye.

XS
SM
MD
LG