Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HRW Hikûmeta Îraqê jiber Kuştina Sîvîlan bi Tundî Rexne dike


Dîmenek ji peqîna li Bexda, Tîrmeh 19 , 2014
Dîmenek ji peqîna li Bexda, Tîrmeh 19 , 2014

Li gor raporteke Çavdêrîya Mafên Mirovan anku Human Rights Watch (HRW) hêzên ewlekarî yên Îraqê, bi êrîşên esmanî de herî kêm 75 sîvîl kuştine.

Human Rights Watch dibêje, ji 6ê Hezîranê vir ve 17 êrîşên esmanî pêk hatine û di piranîya wan êrîşan de bombeyên barîl hatine xebitandin.

Raporta HRW dibêje, hêzên hikûmeta Îraqê jibo jinûvegirtina deverên bin kontrola DAÎŞ, bêyî ku hedefan cihê bikin, êrîşan dikin. Ew yek binpêkirina qanûnên navnetewî ye.”

HRW bi bîr tîne ku tevî înkarkirina hikûmeta Bexda, hêzên Îraqî li deverên şenîbar yên wek Felluce, bombeyên barîl bikar tînin.

Cîgirê Dîrektorê Rojhilata Navîn yê Çavdêrîya Mafên Mirovan Joe Stork helwesta hikû,eta Îraqê wiha rexne dike:

"Hikûmeta Îraqê, dibe ku, şerî xirabkarên hov bike, lê ew yek mafê kuştina sîvîlan nade, li her cîhên ku, bi nêrîna wan, endamên DAÎŞ xwe vedişerin.”

XS
SM
MD
LG