Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirs Heye ku Hejmara Qurbanîyên Firoka Taywanî Pirtir Bin


Karbidestên Taywanî dibêjin, ew di xemê de ne bi dehan kes di encama ketina firoka TransAsia ya miribin.

Karbidest radigihînin ku ew ji 47 kesên ku di nav kavilên firokê de ase mane, bê hêvî bûne û wan mirî dihesibînin.

Herwiha raport tên ku 11 rêwîyên rizgarkirî ji nexweşxaneyên nêzîk re hatine veguhastin.

Firoka Taywanî hewil dida ku li firîngeha Magong deyne, dema tayfuna Matmo bi baranên boş (dijwar) û bayên xurt li deverê xistibû.

Firoka gêrbûyî ji Firîngeha Navnetewî ya Kaohsiung dihat û du demjimêr ji paş dema xwe ya plankirbû.

XS
SM
MD
LG