Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwendingeha Bin Kontrola NY Bû Armanca Êrîşên Îsraîlê


Karbidestên saxlemîyê li Gaza dibêjin, Îsraîlê êrîşî xwendingeheke bin kontrola Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bakurê Kerta Gaza kir.

Karbidest didine zanîn ku di êrîşê de herî kêm 15 kes hatine kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar bûn.

Neteweyên Yekbûyî jî piştrast dike ku xwendingeha li Beit Hanoun hate lêxistin, lê derheqa qurbanîyan ti agahî neda.

Xwendigeha ku bûye hedefa êrîşa Îsraîlê, wek stargeha bi sedan penaberên Fîlîstînî dihate karanîn.

Berdevkê NY li herêmên Fîlîstînî Chris Gunness ji hesaba xwe ya Twitter ragihand ku wan kordînatên cîhê stargeh dabû Îsraîlê.

Wezareta Berevanî ya Îsraîlê jî daxuynîyek weşand û got, terorîstên Hamas li devera Beit Hanoun mirovên sîvîl û sembolên navnetewî wek mertalên parastinê dixebitandin.

XS
SM
MD
LG