Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa: Kesek ji Firoka Cezayîrî bi Saxî Nefilitîye


Serokê Fransa Francois Hollande dibêje ti kes ji firoka Cezayîrî, ku paşmayên wê hatibû dîtin, bi saxî nefilitîye.

Tîmeke lêgerîna Fransî da zanîn ku hemî 116 rêwîyên firoka Cezayîrî ku nav de 51 hemwelatîyê Fransî jî hebûn, di encama ketina firokê de mirine.

Serokê Fransî Hollande dibêje, qûtika reş ya firokê hatiye dîtin û vekolîn aniha berdewam e ku bizanin bûyer çima qewimîye.

Heta niha bayê zanîn sebeba gêrbûna firokê çi ye, lê karbidestên Frasî dibêjin hawayê xirab bû sedema bûyerê.

Firoka Air Algeria ku ji Burkina Faso ber bi paytaxta Cezayîr diçû roja Çarşemê li Malî ketibû xwarê.

XS
SM
MD
LG