Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fîlîstînî li Kenara Rojava û Orşelîma Rojhilat Xwepêşandanan Dikin


Xwenîşandêrên Fîlîstînî li Kenara Rojava û Orşelîma Rojhilat şerî hêzên Îsraîlî dikin, di vê demê de ku şer û pevçûnên navbera hêzên Îsraîlê û mîlîtanên Hamasê li Kerta Gaza didomin.

Karbidestên saxlemî yên Fîlîstînî dibêjin, 2 Fîlîstînî îro Înê jiber birînên ji êrîşeke çekdarî li gundê Hawara ya Kenara Rojava mirin.

Hevdem, bi hezaran xwepêşandêrên li herêmên Fîlîstînî jibo piştgirîya Gaza meşîn. Çavdêr dibêjin ew xwepêşandana herî mezin e di nav deh salên borî de ku li Kenara Rojava qewimîye.

Li Orşelîma Rojhilat jî bi deha xwepêşandêrên Fîlîstînî bi kevir û molotofan êrîş xalên kontrolê yên artêşa Îsraîlê kirin.

XS
SM
MD
LG