Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Termên Qurbaniyên Balefira Malezyayî Tên Rakirin bo Holandayê


Du firokeyên bar 38 termên qurbaniyên Firokeya Malezyayî ji rojhilata Ukraynayê hilgirtin ber bi navendeke bijîşkî li Holanda jibo danasîn û vekolînê.

Herdu firoke îro Şemiyê ji bajarê Xarkov derketin, ku ew jî bajarekî li jêr kontrola hikûmetê ye. Termên qurbaniyên firokeya Malezyayî ji cihê ketinê hatibûn anîn bo wî bajarî.

Karbidestên Amerîkî û Ukraynî dibêjin, firoke bi mûşekekê ji herêma serhildayan hate xwarê.

Çavdêrên navneteweyî gotin ku hîn hinek bermayên firokeyê li cihê ketina wê mane. Çûnûhatin bo cihê bûyerê jiber maytêkirina serhildayan û rewşa ewlekarî sînorkirî ye.

XS
SM
MD
LG