Di encam êrîşên Dewleta Isalmî ya Îraq û Şamê DAIŞê li ser parêzgeha Hesekê çend navendên serekî yên rejîma Beis xistin bin destê xwe û başûr bajêr xistine bin desthiladariya xwe.
Li ser vê bûyerê û helwesta Kurd û pêkahtiyên Hesekê ve, rojenemevan Zana Omer di hevpeyvîna xwe de bi Dengê Amerîka re hinek xalên girîng dane ber çav û zelal kirine.
Birêz Zana dibêje rewşa bajêr aram bû piştî çend êrîşan û herwha jî bangewaziya Xiristiyanên bajêr ji rêveberiya Xewseriya Demokrat ve hate pêkanîn û Hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) şervanên xwe li gelek deveran belav kirine û xwe amede kirine jibo ti êrîşên ji aliyê DAIŞê ve yan êlên Erebên biştgirê wê mîna êla Begara û hinekên din jî.
Ji aliyekî din jî birêz Zana li ser hevgirtina gel bi tevayî li dijî van êrîşan dibêje ku hemû Kurd û hinek ji pêkhatiyên bajêr wê piştgirya şervanên YPGê bikin.
ji bo guhdarîkirina dirêjaya vê hevpeyvînê, vî faylê dengî bitikînin.