Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Di Tirkiyeya Berê de Kurdek Nikaribû Bibe Berbijarê Serokomariyê


Recep Tayyip Erdogan li Diyarbekir.
Recep Tayyip Erdogan li Diyarbekir.

Berbijarê Ak Partiyê yê Serokomariyê û Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan jibo mîtînga hilbijartina serokkomariyê roja Şemîyê li Diyarbekirê bû.

Serokwezîrê Tirkiyê destpêka axaftina xwe de hatina Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bibîr anî û got " Ew roj dimenek biratiyê li vir hebû, hêzên ku ji wê dîmenê û ji pêvajoya çareseriyê ne dilxweş bûn, dest bi operasyona 17ê Kanunê kirin."

Recep Tayip Erdogan jibo Seleheddin Demirtaş jî got " HDP jî berbijarek derxist. Ev jî nişaneya pêşketina Tirkiyê ye.Jiber ku di Tirkiyeya berê de Kurdek nikaribû bibe berbijar." Wî di dewamiyê de got " Berbijarê HDPê jibo dayikên ku çalakiya runiştinê lidardixin û zarokên xwe ji PKKê dixwazin, got 'ew dayik ji istixbaratê pere distinin.' Dibe ku te xwe firotibe lê ew dayik ne xwefiroş in."

Jibo HDPê jî got " HDP dixwaze bibe CHPa herêmê. Ji bilî xwe nahêle tu deng û partî ji vir derkevin." Herwiha diyar kir dengên ku diçin CHP û HDPê, wê biçin hesabê Tirkiyeya berê.

Jibo bêtir agahî, lînka jêrîn klik bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:19 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG