Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Talîban Karbidestekî Polîsê Afganistanê Dike Armanc


Karbidest dibêjin, şervanên Talîbanê êrîş birine ser mala karbidestekî navdar yê polîs li başûrê Afganistanê. Di encamê de kesekî sivîl û endamekî polîs hatin kuştin berî ku êrîşbir ji aliyê polîs ve werin kuştin.

Berdevkê polîs Zia Durani got, her şeş çekdarên ku gumlikên xwekuştinê li xwe kiribûn, êrîş ji avahiya dibistaneke nêzîk ve birin ser mala General Ebdulrezaq li devera Spin Boldak ya parêzgeha Qendehar, lê ew hatin kuştin berî karibin ku derbasî malê malen.

Durani lê zêde kir û got ku General Ebdulrezar di dema êrîşê de li mal bû, lê ti ziyan nedît.

Berdevkê Talîbanê Qarî Yûsif Ehmedî di daxuyaniyekê de jibo dezgehên ragihandinê berpirsiya vê êrîşê xiste stûyê xwe. Talîban her gav teqînên xwekuj û êrîşên din li dijî hêzên Afganî û yên NATOyê pêk tînin.

General Ebdulrezaq karbidestekî polîs yê navdar e û wekî kesayetiyeke dijî Talîbanê li Qendehar hatiye naskirin. Ew gelek caran rastî êrîşê grûpê hatiye.

XS
SM
MD
LG