Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hamas Agirbestekê ligel Îsraîlê Qebûl Dike


Rêxistina Hamas bi derengî îro Yekşemê qayîl bû ku agirbesteke mirovahî ya nû bo 24 demjimêran li Kerta Xezayê ligel Îsraîlê lihev bike. Lê Îsraîl dibêje, ewê bombekirina tunelên mîlîtan bikar tînin jibo derbasrkirina çek û şervanan li nav dewleta Cihû berdewam bike.

Îsraîl demûdest bersiva daxuyaniya Hamas nedaye ku ewê agirbestê ji aliyê xwe ve berî destpêbûna Cenja Remezanê qebûl bike.

Hamas di destpêkê de red kiribû ku agirbestê nû bike.

Serokwerzîrê Îsraîlê Benjmanin Netanyahu ji televizyona CNN re got ku Hamas agirbesta xwe binpê dikir dema ku roket ji Xeza davêt nav axa Îsraîlê.

XS
SM
MD
LG