Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Netanyahu Hişyariya Şerekî Dirêj li Dijî Hamas Dide


Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu du Duşemê hêviyên agirbesteke demûdest li Kerta Xezayê nehişt, dema ku daxwaz ji Îsraîliyan re kir ku xwe jibo kempeyneke dirêj li dijî Hamas.

Birêz Netanyahu li ser televizyoneke niştimanî axivî, li dema ku Sekreterê Giştî yê NY Ban Ki Moon tevlî reberên cîhanê bû jibo banga agirbesteke demûdest li Xezayê. Wî herdu alî bi rabûnûniştinên nepirs di nakokiyê de tawanbar kir.

Herwiha, Civata Ewlekariya NY daxuyaniyek belav kir tê de banga agirbesteke mirovahî ya demûdest û bêmerc kir. Lê bel, birêz Netanyahu got ku ev bernisîva Civata Ewlekariyê dê tenê alîkariya Hamas bike û pêdiviyên Îsraîl yên ewlekarî paşguh dike.

Heta nuha rêberên cîhanê nikarin vê krîzê sivik bikin ku tê de bêtirî 1000 Filestînî hatine kuştin, piraniya wan sivîl in. Ji bilî wan jî 55 leşkerên Îsraîlî û sê sivîlên Îsraîlî ji 8ê Tîrmehê vê hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG