Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberê Olî yê Îranê Daxwaza bi Çekkirina Xeza li Dijî Îsraîlê Dike


Rêberê Olî yê îranê, Ayatollah Ali Xamîneî , îro Sêşemî, di limîja Eyda Rojiyê de li Tehranê bang li Mûsilmanê cîhanê kir jibo alîkariya Filistîniyên Xezayê bikin bi çekan li dijî Îsraîlê.

Di gotina xwe de, Xamînaî got, ku di dema ku Israîl û Amêrîka dixwazin Hemas bêçek bikin, Îran dibêje , divê ku hemû Musilan alêkariyê bikin bi çekdarkirina Filîstîniya bi çi awayê be.

Îran û Hamas, alîgerin di dijberiya Îsarilê ve, û piştigirya girûpên çekdar yên şerê Israîlê dikin mina Hizubulla li Libnanê jî.

Tê diyarkirin ku Îran ji dema şoraşa wê ya Îslamî di sala 1979 de,

ew pênasînê bi Îsraîl nake, û wekû dujminekî li hember xwe dihesibîne.

XS
SM
MD
LG