Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Misirî Hewil Dide Ku Serhildana Çekdarên Îslamî Têkve Bibe


Li Girava Sînayê Artêşa Misrî hewil dide ku serhildana çekdarên Îslamî têkve bibe.

Hêza Artêşa Misirî 7 kes kuştin û 5 kesên din jî girtin. Li gorî hikûmetê texmîn dibe ku ew ji çekdarên Îslamî bin.

Beyannameyek li ser rûpela Facebookê ya Generalê Misirî Mihemed Semîr, doh roja Duşemê hate belev kirin ku tê de kuştina 3 çekdaran li ser destê leşkerên Misrî ve, di êrîşekê de li ser malekê li Refehê piştrast bû.

Tê dîyar kirin ku êrîşên çekdarî, li Sîna û deverên din li Misirê gûr bûn, piştî dagirkirina leşkerî ya serokê berê Mihemed Mursî re ku li ser gruba Îxwan El-Muslimîn ve bû.

Hikûmeta Misirî, Mirsî û koma wî bi wan êrîşan tawanbar dike.

Lê, koma bi navê Ensar Beyt -Almeqdis) ya ku nêzîkî El Qayde ve ye, berpirsîya xwe ji wan êrîşan ve ragîhand û dîyar kir ku ew nîşana polîs, karbidestên hikûmetê û wezê hindûr yê Misirê dikin.

XS
SM
MD
LG