Karbidestên saxlemî yên Fîlîstînî dibêjin ku 20 kes hatine kuştin, piştî ku topeke Îsraîlê li xwendingeheke Kerta Gaza ya bin kontrola Neteweyên Yekbûyî xist.
Ew êrîşên topan pişkeke ji êrîşên esmanî û topên tankan e ku îro sibeh zû 32 kes kuştin.
Karbidestên Fîlîstînî dibêjin, pirtir jî 1.200 kes ji 8ê Tîrmehê bir ve hatine kuştin ku piranîya wan sîvîl in.
Di êrîşan de herwiha 53 leşkerên Îsraîlî û 3 sîvîl jî hatine kuştin.
Îsraîlê wek bersîvdana êrîşên roketên Hamasê dest bi bombekirina Gaza kir û dû re operasyon firehtir kir ku tunelên Hamas'ê jî hilweşîne.