Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Selah Derwîş: Divê Kurd li Sûrîyê Wek Destekî Bin


Endamê Desteya Sîyasî ya Hemahengiya Opozîsyona Sûrîyê Selah Derwîş, rewşa opozîsyona Sûrîyê, xebatên Encûmena Niştîmanî ya Kurd (ENKS) û rewşa Kurdistana Sûrîyê ji Dengê Amerîka re dinirxîne.

“Mafê Kurdan hêdî hêdî di nav îtîlafa Sûrîyê de bi cih dibin. Yek ji wan tevlîbûna beşa zimanê Kurdî ye, ya din jî niha gihîştine biryarê ku alîkariyan bişînin Kurdistana Sûrîyê.”

Ew dide zanîn, heke daxwaziyên Kurdan wek şirîkê rastîn di hikûmeta opozîsyonê ya were ava kirin de neyên qebûl kirin, ew ê berî ava bibe hikûmetê bişkînin.

Nûnerê ENKS’ê bi bîr dixe, îtilafa Sûrîyê her ku bi hêza leşkerî nikare zora rejîmê bibe jî dixwaze bi alîkariya derve artêşa azad xurt bike da ku rejîmê bikişînin ser çareseriya sîyasî.

Ew balê dikişîne ser yekrêziya Kurdan û wiha dipeyive:

“PYD şirîkatiyê qebûl nake û ne pêkan e hêzek tenê karibe xwe biparêze û çareseriyê bîne. Jibo Kurd bikarin xwe biparêzin, divê em yek bin û destek bin. Jiber ku çek di destê wan de ne, yekrêziya Kurdan dikare bi biryara PYD’ê pêk were. Ger me qebûl nekin, em ê jî tenê bi xebatên siyasî bimînin û ew ê jî li hember metirsiyên siberojê, tenê bi karê çekdarî nikaribin herêma Kurdan biparêzin.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:05:59 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG