Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberên 50 Welatên Afrîkayê li Washington Kom Dibin


Serokê Amerîkayî Barack Obama dora 50 rêberên welatên Afrîkayî li Washington kom dike jibo hilcivînekê mezin bo cara yekem.

Washington hêvî dike ku kardarên Amerîkayî haydar bike bo derfetên kar û weberhênanê li Afrîkayê.

Afrîka yek e ji parzemînên ku bilez pêşketina abûrî lê çê dibe û herwiha yek e ji parzemînên ku Amerîka herî zêde lê gelêrî ye. Lê belê, kardarên Amerîkî bi awayekî hêdî li Afrîkayê weberhênanê bikin.

Hilcivîna ku sibe Duşemê destpê dike di demekê de tê piştî ku Çîn, Ewropa û Japon hewildanên bi heman şêweyî kirine bi mebesta weberhênanê li Afrîkayê.

Karbidestên Amerîkî dibêjin, tenê çar rêberên Afrîkayî beşdarî van gotûbêjan nabin, ew jî serokên Zimbabwe, Sudan, Eritrea û Komara Naverasta Afrîka ne.

XS
SM
MD
LG