Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran: Me Alîkariya Teknolojî Pêşkêşî Hamas Kiriye


Karbidestekê pilebilind yê Îranê do Duşemê ragihand ku rêxistina Hamas ya mîlîtan dikare mûşekan bavêje Îsraîlê jiber ku Îranê teknolojî pêşkêşê wê kiriye da ku li hember êrîşên Îsraîlê berevaniya xwe bike.

Sekreterê Encûmena Çavdêriya Berjewendiya Rejîma Îranê Mohsin Rezayî bi riya televizyona El Alem ya Îranê ku bi zimanê Erebî weşanê dike, herwiha got ku divê Hamas tunelan bikole da ku wekî penageh ji aliyê xelkê Xezayê werin bikaranîn li dijî êrîşên Îsraîlê.

Wî got, berxwedana mûşekên Filestînî bi xêra alîkariya teknolojî ya Îranê ne. Rezayî herwiha da xuyakirin ku divê Îran teknolojiya berevanî û leşkerî veguhêze Filestîniyan da ku karibin çekan li jêr dorpêçkirinê durist bikin û xwe biparêzin.

Rezayî yê ku berê komandarê giştî yê Pasevanên Şoreşê bû, herwiha bang li Hamas kir ku leşkerên Îsraîlî bigire da ku wan wekî alaveke bazarê di şerê ligel Îsraîlê de bikar bîne.

Rêberê bilind yê Îranê Ayetollah Ali Xamanei hefteya bûrî bang li Misilmanên seranserî cîhanê kiribû ku alîkariya leşkerî pêşkêşî Filestîniyên Xeza û Kenara Rojava bikin da ku berevaniya xwe li hember Îsraîl bikin. Xamanei xwedî gotina dawî ye di hemû karûbarên dewleta Îranê de.

XS
SM
MD
LG