Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Ukrayna Hewildana Vegerandina Donetsk Dike


Encûmena Berevaniya Ukraynayê dibêje amade tên kirin jibo vegerandina bajarê Donetsk yê rojhilata welêt ku di dest serhildayan de ye. Ev bajar bajarê herî dawî ye ku li jêr kontrola cudaxwazên ser bi Rûsya ve ku daxwaza serxwebûnê ji Kiyêv dikin.

Berdevkê Berevaniyê Andriy Lysenko ti hûrgilî neda, lê got ku artêşê korîdorên mirovahî ji rûniştvanên bajêr re vekiriye da ku xwe jiber êrîşa plankirî bidin alî. Wî herwiha da zanîn ku hikûmet dê penagehên demkî pêşkêşî wê xelkê bikin.

Li dema ku Lysenko do Duşemê daxivî, Mosko pêşangeheke leşkerî ya mezin li aliyê Rûsya ji sînor lidar dixist. Rûsya daxwaza rawestandina êrîşa Ukrayna li ser sînorê wê kiriye. Desthilatdarê Rûs dibêjin, operasyona leşkerî ya pênc roj dê bi riya 100 firokên şer û helîkopter û muşekên dijî firokeyan pêk were.

Ukrayna, Washington û hevalbendên wê yên Ewropî Mosko bi çekkirin serhildayan tawanbar dikin û herwiha dibêjin Rûsya mûşek dane serhildayan ku meha bûrî di xistina balefira Malezî de hate bikaranîn.

XS
SM
MD
LG