Komela Alevîyan a Azad û Demokratîk (ODAD) li Stenbolê bi daxuyanîyeke protestoyî banga alîkarîyê jibo Êzîdîyên Şengalê ku rastî êrîş û kuştinkarîya çekdarên Dewleta Îslamî li Îraq û Şamê (DAIŞ) hatine kir.
Endamên Komeleya Alevîyan roja Çarşemê bi lidarxistina meşekê, bi dirûşman êrîşên DAIŞ’ê şermezar kirin.
Wan bi daxuyanîyekê ragihand, li Şengalê li hember Êzîdîyan komkujî pêk tê û divê mirovahî destûrê nede ku komkujîya 73’yan rû bide.
Rêvebirê Komeleyê Bulent Felekoglu, ji Dengê Amerîka re got, “Ez Alevîyê Erzeromê me û îtiqada me û wan yek e. Emê li Stenbolê li dijî êrîşên ser Êzîdîyên Şengalê dengê xwe bilind bikin.”
Felekoglu bang li bîragiştî kir ku nehêlin Êzîdî û dîroka wan ya qedîm were qetil kirin.
“Emê wekî Alevî, çi ji destê wan were jibo Êzîdîyên Şengalê bikin ku niha jî amadekarîya şandina derman û pêdivîyên mirovî didomin.”