Hevrikên seroktî yên Afganî qayil bûn ku dawî li alozîya hilbijartinê bînin û ber bi hikûmeteke yekgirtî ve xebatê bikin.
Abdullah Abdullah û Ashraf Ghani bi jimartina heyşt mîlyon dengan nerazî bibûn, bi îddîaya ku hîle û sextekarî hatine kirin.
Piştî hevdîtinên xwe ya ligel Wezîrê Derve John Kerry li Kabul, her du berbijar îro Înê peymanek îmza kir.
Abdullah û Ghani dîyar kir ewê jibo pêkanîna yekîtîya netewî û xurtkirina sîstema dadwerîyê kar bikin, piştî ku jimartina dengan bi dawî were.
Hêjayî gotinê ye, Kerry çûbû Afganistanê ku arîşeyên navbera her du berijarên çareser bike.