Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Bû Serokomarê 12’an yê Tirkîyê


Hilbijartinên Serokomariyê yên Tirkîyê ku roja Yekşemê pêk hatin, bi serkeftina namzedê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan encam dan.

Birêz Erdogan piştî ragihandina encamên nefermî yên hilbijartinê wek Serokomarê 12’an yê Komara Tirkîyê hate hilbijartin ku ji cara yekê ye bi dengên gel tê hilbijartin.

Li gor encamên giştî herdu namzedên serokomariyê yên din Ekmeleddîn Îhsanoglu û Selahattîn Demirtaş nekarîn ji sedî 51’ê dengên giştî bistînin ku di tûra yekê de, birêz Erdogan bi standina ji sedî 52’yê dengan bû serokomarê Tirkîyê.

Serokomarê nû Erdogan, şeva Yekşemê bi eşkerebûna encaman re serkeftina xwe ragihand û li navenda giştî ya AKP’ê ku li paytext Enqerê ye gotarek pêşkeş kir.

Serokomar Erdogan di gotara xwe de, spasî li hemû hemwelatiyên ku dengê xwe dane û nedane wî kir.

Wî banga peymana lihevkirina civakî kir û got, “Êdî divê em nîqaşên berê deynin alîyekî û rageşîyên Tirkiyeya bere ji bîr bikin. Îro Tirkiyeya pêşeng, îradeya milî û demokrasiyê qezenc kiriye.”

Birêz Erdogan di gotara xwe de dîyar kir, ew ê di têkoşîna xwe ya ji bo bilindkirina asta demokrasiyê de berdewam bin.

Wî herwiha got, “Em ê hewldanên ji bo serketina pêvajoya çareseriyê jî bidomînin.”

Peyamnêr Salih Turan
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:46 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG