Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Belavoka Civata Tenahiyê li ser Îraqê


Endamên Civata Tenahiyê ya Netewên Yêkgirtî pêrgînî li biryara Serokê Îraqê Fuad Mesûm kir bo destnîşan kirina Serok Wezîrekê nû. Destnîşan kirina Serok Wezîrek nû pêngavek giringe bo pêkanîna hikûmetek ku nûneriya hemû pêkhatên gelê Îraqê bike û alîkar be bo peyda kirina çareyek bo kêşe û astengên niha. Endamên Civata Tenahiyê rijdî li Serok Wezîrê destnîşan kirî, Hayder al Abadî dike to bilez hikûmetek li demê Destûrî diyar kirî pêk bîne.

Endamên Civata Tenahiyê rijdî li hemû partiyên siyasî û piştevanên wan dike ku li ser xwe bin û rêzê li pirosa siyasî bo pêkanîna hikûmetê li gor destûrê welatî bigirin.

Endamên Civata Tenahiyê dubere piştevaniya xwe diyar kir bo pirosa dimokratîk li Îraqê û bo gelê Îraqê di şerê wan de dijî terorîsmê de, bi taybet dijî Dewleta Îslamî ya Îraqê û Şamê.

XS
SM
MD
LG