Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Helwesta Erdogan Hember Cîhadiyan Tê Guhertin


Wekî serokwezîrê Tirkiyê, siyaseta derve ya Recep Tayyip Erdogan hember rêxistinên Îslamî wekî DAÎŞ peywendiyên wî bi hevalbendên wî yên Rojava re sar kirin.

Ev pirsgirêk careke din derdikevin holê li dema ku Erdogan dest bi rola xwe ya nû wekî serokê Tirkiyê dike.

Nakokiyên li Îraq û Sûriyê ligel destkeftên ku rêxistina radîkal ya DAÎŞ bidest dixîne, dibe ku derfetekê bidin Erdogan ku peywendiyên xwe bi hevalbendên Tirkiyê yên Rojava re baştir bike.

Tirkiye sînorên xwe ligel Îraq û Sûriyê hene, lewra ew ji aliyê ajansên zanyarên Rojava wekî fakterekî girîng tê dîtin jibo rêlibergirtina Cîhadiyan, bi taybet dema ku ev cîhadî vegerin Ewropa.

Şirovekar dibêje, hevkarî di navbera Tirkiyê û ajansên zanyaryên Rojava derbarê şopandina DAÎŞ baştir bûye. Ew dibêjin, dibe ku ev yek jî tê sedema ku Tirkiyê xembar e derbarê encamên ku ev cîhadî vegerin.

Yek ji sedemên din yên guhertina Erdogan jibo siyaseta xwe, dîlkirina 49 diplomatên Tirk ji aliyê mîlîtanên DAÎŞ ve li bajarê Mûsil yê Îraqê.

Ew dibêjin, bi dîlkirina 49 dîlan, DAÎŞ hikûmeta Tirkiyê dîl kiriye. Û eger raport rast bin, 10 ji sedî ji rêjeya çekdarên DAÎŞê Tirk in. Ew tê wê wateyê ku gelek dilsozên DAÎŞ li Tirkiyê hene. Mirov nizane ew xelîeyên razayî kengî karibin karekî tund li bajarekî mezin yê Tirkiyê pêk bînin.

Meha bûrî, kanalên televizyonê yên Tirkiyê vîdyo belav kirin tê de jimareke endam û piştgirên DAÎŞ li derveyî Stenbolê komcivînek pêk anîbûn. Çalakiyên wisa peyameke bihêz dişîne ji Serokê hilbijartî Erdogan ku eger ew li dijî rêxistina cîhadî tevbigere, dibe ku ew tolhildan û çarenivîsa diplomatên dîlkirî bide ber çavan.

Tirkiyê û Cîhadî
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:59 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG