Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çekdarên Dewleta Îslamî 80 Kesên Êzîdî Kuştin


Karbidestên Îraqî îro Şemiyê gotin ku di êrîşeke mîlîtanên Dewleta Îslamî de li ser gundekî 80 kes hatine kuştin.

Karbidestanên ku qanûndanerekî Êzîdî û berpirsekî hêzên ewlekariya Kurdî bûn, gotin ku êrîş roja Îniyê piştî nîvro li gundê Koço pêk hat. Herdu karbidestan got ku agahiyên wan li ser bingeha gotinên kesên ku ji êrîşê rizgar bûne.

Koço deverek e li jêr kontrola Dewleta Îslamî ku rojnamevan nikarin derbasî wê bibin.

Qanûndanerê Êzîdî Mehme Xelîl îro Şemiyê got ku çekdarên Dewleta Îslamî bo çend rojan gund dorpêç kirin û demek dan rûniştvanên wê ku bibin Misilman. Xelîl got, dema rûniştvanan qebûl nekirin bibin Misilman, ev komkujî pêk hat.

Ji aliyekî din ve Helgurd Hikmet, berdevkê hêzên ewlekariya Kurdî Îniyê bi şev got ku mîlîtanan jin û zarokên gundê Koço girtin û ew birin bajarokê Tel Afar ku ew jî li jêr kontrola Dewleta Îslamî ye.

XS
SM
MD
LG