Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwepêşandinek jibo Piştgiriya Kurdên Êzîdî li Almanyayê


Nexşeya Almanyayê.
Nexşeya Almanyayê.

Bi hezaran xelk li Almanya daketin kolanan jibo şermezarkirina tundûtûjiya li hember Êzîdiyan li Îraqê.

Polîsê Alman dibêje, bi kêmî 10 hezar kes îro Şemiyê beşdarî xwepêşandina bajarê Hannover yê bakurê Almanyayê bûn.

Xwenîşanderan slogan hil dan tê de bang li civaka navneteweyî kirin ku Êzîdî û kêmaniyên din ji radîkalên Îslamî biparêzin.

Li ber e xwepêşandinên biçûktir li bajarên din yên Almanyayê pêk werin. Mezintirîn revenda Êzîdiyan li Almanya ye.

XS
SM
MD
LG