Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serekê IAEA jibo Gotûbêjên Navokî Serdana Tehranê Dike


Televizyona dewleta Îranê îro Yekşemê ragihand ku serekê rêxistina çavdêriya navokî ya NY gihiştiye Tehranê jibo gotûbêjan ligel Serok Hesen Rûhanî.

Raportê got ku Yukiya Amano, rêvebirê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Navokî derengî Şemiyê gihişt Tehrana paytext.

Raporteke cuda ragihand ku Amano îro Yekşemê sibehê ligel Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf kom bûye, lê ti hûrgilî derbarê civînê neda.

Televizyona dewletê ragihand ku Amano dê herwiha ligel Ali Akber Salehi, serekê ajansa navokî ya Îranê, kom bibe.

Serdana Amano tê di demekê de ku hêzên cîhanê danûstandinê ligel Komara Îslamî dikin jibo gihiştina peymaneke herdemî derbarê programa wê ya navokî. Meha Novemberê demeke destnîşankirî jibo wan danûstandinan heye, piştî ku sala bûrî rêkeftineke demkî pêk hatibû.

Welatên Rojava xembar in ku Îran çekên navokî ava bike, lê Tehran dibêje, ev programa wê jibo mebestên aştiyane ye.

XS
SM
MD
LG